Ji Weşanên Nûbiharê Klasîkeke Nû:

 

nubihar kasım 2012 - 2 konvertliYûsuf û Zuleyxaya Selîmiyê Hîzanî

 

Yûsuf û Zuleyxaya Selîmiyê Hîzanî bi amadekariya Ayhan Geverî di nav rêza Klasîkên Kurdî ên Weşanên Nûbiharê de derket…

Yûsuf û Zuleyxa qisseyek cihanî ye ku hem di edebiyata Rojava hem jî di ya Rojhilatê de bûye mijarên berhemên hunerî û edebî.

Ev hikaye ji ber ku di Qur’anê de jî bi şiklê “ehsenu’l-qesses” yanî “hikayeta herî xweş” hatiye bi navkirin, şairên alema Îslamî gelek ji wê hez kirine û ew serpêhatî her dem hatiye nivîsîn.

Di edebiyata Kurdî ya klasîk de piştî Mem û Zînê, mesnewiya duyemîn ya evînî Yûsuf û Zuleyxaya Selîmiyê Hîzanî ye. Selîmî di vê mesnewiyê de li ser uslûb û rêbaza şairên beriya xwe ew hikaye bi şîroveyek serkeftî vegotiye. Şairî ligel vegotinek estetîk, girêdayiyê xal û epîzotên çîrokê jî bûye.

Di nav berhemên Kurdî de Yûsuf û Zuleyxa ji hemû eseran zêdetir hatiye kopyakirin û destxetên wê jî ji aliyê gelek kesan ve hatine îstinsaxkirin. Ev yek, hem îşareta girîngiya vê berhemê diket hem jî bûye sebeb ku di metnê wê de tevlîhevî çêbibin. Jixwe li ser vê mesnewiya muhîm, heta niha bi awayek rêkûpêk û berfirehî nehatiye xebitîn.

Ayhan Geverî bi amadekariyek dûvdirêj li ser vê berhemê xebitiye û ji dehan zêdetir nusxeyên wê bi dest xistine. Amadekarî jibilî wan nusxeyan û nirxandina xebatên li ser Yûsuf û Zuleyxayê hatine weşandin, lêkolînek berfireh jî li ser wê hikayeyê kiriye.

Digel wan beşên ewil ên ku agahiyên girîng li ser Yûsuf û Zuleyxayê hatine dayin, di jêrenotên nava metnê de ferqên nusxeyan jî hatine îşaretkirin.

Bi awayekî akademîk bi metnê hatiye edîsyon-krîtîk re di dawiya kitêbê de (faksîmîleya) destxeta nusxeya bingehîn jî hatiye dayin.

_____________________________________________________________

Yûsuf û Zuleyxa: Selîmiyê Hîzanî

(Edîsyon-Krîtîk û Amadekar: Ayhan Geverî).

Nûbihar Yayınları.

rûpel: 640.

biha: 30 TL.

admin hakkında

Ayhan Geverî: Navê wî yê resmî Ayhan Tek e û di sala 1980ê de li Geverê hatiye dinyayê. Di sala 2003yê de ji beşa ziman û edebiyata Tirkî ya Zanîngeha Stenbolê mezûn bû. Li Zanîngeha Wanê jî di eynî beşê de lîsansa xwe ya bilind temam kir û niha jî di Zanîngeha Bilkentê de doktorayê diket. Di sala 2011ê de jî li Zanîngeha Mûş Alparslanê di beşa ziman û edebiyata Kurdî de dest bi mamostetiyê kir. Nivîsên wî di gelek kovarên Kurdî û Tirkî de belav dibin û bi navê Leyl-name (2006) ve Antolojiya Çîrokên Nûbiharê (2008) du berhemên wî çap bûne û li ser “Jiyan û Berhemên Evdirrehîm Rehmî Hekkarî” jî xebatek wî heye ku hê temam nebûye.
Bu yazı Pirtûk-Kitap kategorisine gönderilmiş. Kalıcı bağlantıyı yer imlerinize ekleyin.

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Şu HTML etiketlerini ve özelliklerini kullanabilirsiniz: <a href="" title=""> <abbr title=""> <acronym title=""> <b> <blockquote cite=""> <cite> <code> <del datetime=""> <em> <i> <q cite=""> <strike> <strong>