Çend Gotin Li Ser Yûsuf û Zuleyxaya Selîmê Hîzanî

YZ Cami minyatur
 
Ayhan Geverî[*]
 

Yûsuf û Zuleyxa, qisseyek cihanî ye ku hem di edebiyata rojava hem jî di ya rojhilatê de bûye mijarên berhemên edebî. Ew hikaye ji ber ku di Qur’anê de bi şiklê “ehsenu’l-qessas” yanî “hikayeta herî xweş” hatiye bi navkirin, şairên alema Îslamî gelek ji wê hez kirine û ew serpêhatî her dem hatiye nivîsîn. Her wisa di edebiyata rojava de jî cihê çîroka Yûsuf û Zuleyxayê gelek mezin e ku Ernest Renan derheq wê çîrokê de gotiye “ne ku romana herî kevin, belkî ya ku heta niha qet kevin nebûyî ye” (Ertaylan 1960: 1). Di edebiyata rojava de jibilî nivîsîna wê hikayetê her wisa metnên rojhilatê jî bi baldariyek mezin hatine teqîbkirin û mîsalen Yûsuf û Zuleyxaya Mela Camî (1414-1492) tercumeyê zimanên Fransî û Ingilizî kirine.[1]

Ew hikaye di Qur’anê di sûreya “Yûsuf”ê de dihête vegotin ku di wê sûreyê de mijar ji seri heta dawiyê hikayeya Yûsuf û Zuleyxayê ye. Beriya Qur’anê ew çîrok di kitêbên din yên muqeddes de jî hatiye gotin ku jixwe ew di Tewrat û Incîlê de jî bi şiklek berfireh derbas dibe. Di kitêba ewil ya Tewratê beşa “Tekwîn- Bab 0-50”ê de û di Incilî de jî di beşa “Karên Resûlan – Bab 7”ê de tête neqlkirin (Çetin 2004: 10).

Di Qur’anê de helbet ne wekî hikayek edebî hatiye vegotin ku divê nehête jibîrkirin ku Yûsuf bixwe pêxember bû û babê wî Hz. Ye’qûb jî hem pêxember bû hem jî ji Hz. Ismaîl ve ji nesla Hz. Ibrahîm bû. Bi vî şiklî ve Qur’an vê hikayetê wekî serpêhatiyek rast radihenîhit û ji muxetabên îşareta ibretan dike ku ew ji jiyana Ye’qûb, Yûsuf û kesên dî yên çîrokê werbigirin. Hikayet herçend bi navê Yûsuf û Zuleyxayê ve meşhûr bibe jî (ku di Qur’anê jî bi navkirina sûreyê ve tenê navê Yûsuf derdikeve pêş) di vê hikayetê de ji jiyana herkesî peyamek dihête vehinartin bo xwendevanan. Lewra êşa ku Hz. Ye’qûb ji bo kurên xwe (Yûsuf û Binyamîn) dikêşe; îmtihana Hz. Yûsuf bi birayên xwe, çalê, zindanê, Zuleyxa û bab û birayên xwe re; hesûdiya birayan bo birayan; eşq û evîniya Zuleyxayê ya bo Yûsufî… hwd hemû di nava hikayetê de wekî çîrokên sereke xuya dikin. Lê herçend ew hemû şexs her yek bi serê xwe serpêhatiyekê bijî jî, ew û ew hemû serpêhatiyên cuda di nava kompozisyonekê de wê çîrokê temam dikin.

Yûsuf û Zuleyxaya Selîmê Hîzanî

Di edebiyata klasîk de şairan çi bi Farisî çi bi Kurdî an jî çi bi Tirkî û Erebî nivîsîbin ‘mebest’ û ‘amac’ her eynî bûye: ‘eşq û rindîtî. Wêca ew vegotina ‘eşq û rindîtiyê digel gotin û usûla şairî dibû yek parçe û wisa dikete bazara hûnerê. Di vê bazarê de mebest ‘eynî ba jî şarazayî û hostatî jî hedefek dî bû. Ji ber hindê jî şairan di wê bazarê de bi mezmûnên nû reqabeta xwe dikir; bi îmajên taze û bakîr ve şarazatiya xwe îsbat dikir. Wan ew reqabet û îsbatkirina qebiliyetê jî bi du şeklan pêk diînan; yek, nivîsîna mesnewiyan; du, nivîsina xezelan/qesîdeyan. Lewra di wê şiirê de her tişt bi du cûyan re diherikî, yan bi xezel û qesîdeyan yan jî bi mesnewiyan.

Yûsuf û Zuleyxaya Selîmê Hîzanî, piştî Mem û Zînê mesnewiya duyem e ku di Kurdî de hatiye nivîsîn.[2] Lê bi mijara xwe ve jî mesnewiya ewil e ku ji hikayetek giştî -ku ne tenê di jiyana Kurdan de heyî- hatiye nivîsîn. Ji ber ku serpêhatiya Yûsuf pêxember û Zuleyxayê di Qur’anê de bi şiklê “xweştirîn qisse” hatiye bi navkirin, ew ji aliyê gelek şairan ve hatiye nivîsîn. Di Kurdî de jî yekemîn Yûsuf û Zuleyxa ya Selîmê Hîzanî ye.

Gava ku mirov bi vî çavî li Yûsuf û Zuleyxaya Hîzanî dinêre bi gelemperî du tişt/tesbît li ber mirov aşkere dibin. Yek, Selîmê Hîzanî şairek şaraze ye, wî şairên beriya xwe û berhemên wan baş nasîne û hakimiyeta wî ya li ser lîteratura klasîk gelekî serkeftî ye. Du, wî hem bi awayê vegotina şiirê û usûla xwe ve hem jî bi fikra xwe ya şexsî ve (fikra “milletperweriyê” ve) Ehmedê Xanî kiriye pêşewa, ku ew di rêya wî de çûye.

Gelo ev Yûsuf û Zuleyxa ya Ehmedê Xanî ye?

Bi giştî di piraniya lêkolînên li ser edebiyata Kurdî yan jî derheq Ehmedê Xanî hatine nivîsîn de behsa berhemek Xanî tê kirin ku ew jî Yûsuf û Zuleyxa ye. Lê wekî ku em dê di danasîna nusxeyan de bêjin, li ser destxetên Kurdî bi awayek piralî xebatên ciddî nehatine kirin ku ew baş bêne tesnîfkirin. Lewra şair yan jî muellif berhema xwe dinivîse û ji wê meydanê xwe vedikêşe ku êdî em bi destxet û mustensixên wan ve tenê dimînin. Ji bo wê jî gava li ser destxetan tête xebitîn, divê ew şert li ber çavan bêne kirtin. Çinku destxetên orijinal (yanî nusxeyên muellifan) li ber destê me nînin û yê ku nivîsî çawa nivîsîbe êdî ew tenê di nava destê me de dimînin. Mustensix gelek caran bêhemdê xwe kelîmeyan jibîr dike, xelet dinivîse, kêm dinivîse yan jî di temamê metnê de tehfrîfatan dike, hetta navê xwe cih bi cih diêxe nava metnê. Ew ne tenê muşkileyên destxetên Kurdî ne, temamê destxet malûlê wan muşkileyan in.

Wêca meseleya nusxeyên Yûsuf û Zuleyxayê û nisbeta wê berhemê bo Ehmedê Xanî jî hinekê bi van probleman ve girêdayî ye. Beriya ku em vê meseleyê vekin, ji ku mesele baştir bête famkirin, em li gotinên Izeddîn Mistefa Resûl vegerin. Ew piştî ku behsa du destxetan dike ku nisbet Ehmedê Xanî têne kirin û ji wan jî yek Yûsuf û Zuleyxa ye, wisa dibêje:

Di van salên dawî de em rastê hin îşaretan hatin ku Xanî Yûsuf û Zuleyxayek nivîsîye.

Piştî ku ez li hûrûhûr li ser destxetên Leyla û Mecnûn û Yûsuf û Zuleyxayê xebitîm, min çend delîl dîtin û ez piştrast bûm ku ew ne yên Xanî ne. (…) Û eger em bêne ser Yûsuf û Zuleyxayê jî, ew jî nusxeyek din ya Selîm b. Silêman bû ya ku Kutubxaneyên Destxetan yên Berlîn û Lenîngradê dihête parastin.

Nivîsîna Mem û Zînê û belavbûna wê ji aliyê şekl û qalibî ve teqlîdkirina xwe jî ligel xwe înaye. Mîsalen di hikayeyên Leyla û Mecnûn û Yûsuf û Zuleyxayê de em tesîra wê bi aşkerayî dibînin (Resûl 2007: 50-51).

Ev gotinên Resûl ên redda wê qinaeta li ser “Yûsuf û Zuleyxaya Xanî” dike li aliyekê, ew tesbîta wî ya li ser “di van salên dawî” bi ya me muhîmtir e. Lewra bi qinameta  me jî ew fikra li ser wê ‘berhema Xanî ya ne dîyar’ fikrek taze ye û sebebê wê jî wekî me li jor jî gotî muşkileyên di destxetan de ne.

Di hin nusxeyên di destê me de hem di pêşiya hem jî di paşiyê destxetê de behsa Ehmedê Xanî tê kirin ku ew jî bi temamî “fikr”a wî kesî ye yê ku ew nivîsîy. Lewra ew nusxe hemû jî nusxeyên nû ne û piştî ew fikra li ser Xanî belavbûyî, hatine nivîsîn.

Kerem Soylu di kovara Zendê de bi navê “Yûsif û Zuleyxa: Nusxeya Ehmedê Xanî” nivîsek weşandiye[3] û têde îsbata mulkiyeta nusxeyekê li ser Xanî dike. Lê ew jî xeletî û kêmasiyên mustensixan tekrar û vê meseleyê aloztir dike. Ji bo zelalkirina vê mesele jî em li ser vê nivîsa Soylu çend tesbîtên xwe bibêjin: Yek, beriya her tiştî Kerem Soylu bingeha îddiayên xwe bi şiklek saxlem û rêkûpêk nedanaye û gotinên wî yên li ser Xanî nagehine çi delîl û îsbatan. Du, Mamoste Soylu di gelek cihan de herfên Erebî xelet xwendine, tarîxên li ser nusxeyan tevlîhev kirine. Her wisa ji ya hemûyê sosrettir jî gotinên wî yên di nivîsa wî de hevûdu nagirin û ew nivîs muhtacê hinek dî lêkolînê bû…

Kerem Soylu di nivîsê de behsa sefera xwe ya Suriyê diket û mebest ji wê seferê jî peydakirina nusxeya Xanî bûye. Piştî wî ew “nusxeya Xanî” ji Mele Remezanê Berzencî standî, wî ew ligel ya Selîmê Hîzanî muqayese kiriye û gelek ferq dîtine. Li ser wan ferqan îsbata nusxeya Xanî dike û hejmara beytên di navbera herdu nusxeyan de ne pêşkêşê xwendevanan dike. Ji ber ku di destê wî de tenê nusxeya ku Feqî Huseyn hebûye, wî jî li ser vê xebata pirxirab ew nusxeya nû wekî ya Xanî daye nasîn. Ji bo isbata xwe jî beşa “sebebê nezma kitabê” mînak dide ku ew di nusxeya “Xanî” de heye lê di ya Feqî Huseyn de nîne! Soylu vê nivîsê di 2010ê de dinivîse û wan malikên wê beşê bi temamî neql dike (ku ji wan gelek xelet hatine xwendin) lê qet li xebata Doskî ya li sala 2004ê hatiye çapkirin venagere. Lewra ew beytên ew dibêje jixwe di nusxeya Doskî de jî hene.

Mamoste Soylu piştî ku wan beytan bêserûber vediguhêzit vê carê jî muqayeseya wê nusxeyê ligel Mem û Zînê diket. Wî di nusxeya Suriyeyê de sê beş dîtine ku di ya Feqî de nînin; ku ew jî îsbata wî ‘xurttir’ dike:

Her wisa şêwaz û îcaza van her sê mijaran [beşan] jî gelek dişibin ên Mem û Zînê. Di mijara duyem de malikeke hinek dişibe a Mem û Zînê heye: “Bobekr û Omer ecêb şîrîn in / Osman û E’lî çi xweş Letîf in”

Dîsa di beşa sisêyan de sê heb malik hene wek i[q]tibas di Mem Zînê de têne dîtin:

Lakîn ez jî mame çar û naçar

Nîn in ji qumaşî ra xerîdar

Sed barî tijî bikî cewahir

Sed new’î ji tuhfe û denadîr (Soylu 61).

Wekî Izeddîn Mistefa Resûl jî îşaret kirî, mesnewiyên piştî Mem û Zînê hatî bi şiklek tabiî di bin tesîra wê de mane. Her wisa metafora qumaşî jî ne tenê di Mem û Zînê de heye, ew di temamê edebiyata klasîk de heye ku şair ‘huner’ û ‘şiir’a xwe wekî qumaşî bi qedr û qîmet dibînin. Wêca ew jî nabe delîl ku Yûsuf û Zuleyxa ji ber Mem û Zînê hatibe nivîsîn yan jî ew ya Xanî be. Jixwe Kerem Soylu eger li pêşgotina Doskî nêrîba dê dîtiba ku zêdetir numûne hatîne dayîn di navbera herdu berheman de[4] û têde qet jî nehatiye gotin ew Yûsuf û Zuleyxa ya Xanî ye.

Mijarek din ya ku Kerem Soylu îşaret lê kirî ew e ku ew nusxe di sala 1979ê de hatiye nivîsîn û di dawiya wê de jî navê Xanî bi şiklê “Şêx Ehmed Efendiyê Xanî, Xweda Rehma xwe lê ke” derbas dibe. Lê her wekî me li jêri di danasîna nusxeya Doskî de jî gotî, nusxeya Doskî di sala 1987ê de ji ber ya Hesenê Bateyî hatiye nivîsîn, ku ewa Kerem Soylu ji Suriyê peyda kirî jî eynî wisa ji ber wê nusxeyê hatiye nivîsîn. Yanî bingeha nusxeya Doskî û ya Kerem Soylu ‘eynî ye, lê ya Soylu destxistî di 1979ê de, ya Doskî jî di 1987ê de hatiye zêdekirin. Anko ew îfadeya “Şêx Ehmed Efendiyê Xanî…” ne di ‘eslê destnivîsê de heye lê yê ku ew di sala 1979ê de zêde kirî, ji ber xwe nivîsîye… Wêca eger nivîskar Soylu li xebata Doskî zivirîba dê dîtiba ku ew û ew nusxeya di destê wî de ‘eynî ye.[5] Jixwe ew nusxeya birêz Soylu behsê jê dike li cem me heye[6] û ew nusxeyek kêm e û çi îşaret jî di metnê de nînin ku mirov bibêje ew ya Xanî ye.

Di vî warî de lêkolîner gava lêkolînên binecih nekin wisa ew mesele aloz dibin û heta ku hemû destxetên berhemekê nehêne dîtin (tabî eger xetê muellîfê wê li ber destan nebit) mirov nikare tiştekê qat’î bibêje. Ji ber wê jî -li gor destxetên heyî- bi rehetê em dişên bibêjin ev Yûsuf û Zuleyxa ya Ehmedê Xanî nîne û ‘eleqaya ku di navbera wê û Mem û Zînê de jî nabe delîl Xanî muellifê wê be. Lewra tiştekî tabiî ye ku Selîmê Hîzanî mesnewînivîsê beriya xwe, yanî Ehmedê Xanî teqîb û teqlîd kiribe.

Divê li ser destxetên Yûsuf û Zuleyxayê jî baş bête zanîn ku ji layê mustensixan ve navê Ehmedê Xanî di salên nêzîk de hatiye zêdekirin; çi ‘eleqaya navê Xanî û nusxeyên kevin nîne.

Jibilî xeletiyên mustensixan, ‘alimên wekî Xelîfe Yûsufê Bazîdî jî Yûsuf û Zuleyxa li ser navê Ehmedê Xanî qeyd kirine û ew jî bûye sebeb ku hem mustensix hem jî lêkolînerên edebiyata Kurdî wisa bikevine rêyek xelet…

Xulase, em bi van gotinan ne di wê îddiayê de ne ku Ehmedê Xanî berhemek bi navê Yûsuf u Zuleyxa nenivîsiye. Belkî nivîsîbe lê ew heta niha nehatiye dîtin û ya ji wê jî muhîmtir jî, Yûsuf û Zuleyxayên niha li ber dest û çavan ne yên Xanî ne…

[*] Ev nivîs ji beşa destpêka xebata Ayhan Geverî ya bi navê Yûsuf û Zuleyxaya Selîmê Hîzanî ligel kurtkirinê hatiye standin ku ew berhem dê di demek nêzik de ji nava Weşanên Nûbiharê derkeve.

Çavkanî

Çetin, Nurullah. (2004). Yeni Türk Şairinin “Yusuf ile Züleyha Hikâyesi” Duyarlığı. Enqere: Weşanên Heceyê.

Ertaylan, İsmail Hikmet. (1960). “Türk Dilinde Yazılan İlk Yusuf ve Züleyha.” Yusuf ile Züleyha. İstanbul: İstanbul Üniversitesi Edebiyat Fakültesi Yayınları.

Kut, Günay. (2003). “Önsöz”. Nureddin Abdurrahman İbni Ahmed-i Câmî’s The Fifth Throne: Yûsuf ve Züleyha. (Türkçeye çeviri: Ali Nihat Tarlan; editör: Şinasi Tekin, Gönül Alpay Tekin). Harvard University: The Department of Near Eastern Languages and Civilizations.

Resûl, İzeddin Mustafa. (2007). Ehmedê Xanî ve “Mem û Zîn”. (werger: Kadri Yıldırım). Stenbol: Weşanên Avestayê.

Selîmê Hîzanî. (2004). Yûsuf û Zuleyxa. (Amadekar: Tehsîn Îbrahîm Doskî). Dihok: Weşanxaneya Spîrêzê.

Soylu, Kerem. (2010). “Yûsiv û Zuleyxa: Nusxeya Ehmedê Xanî”. Zend. hej: 12, r. 58-61.



 Referans:

[1] Aguste Bricteux, Djami: Youssouf et Zouleikha, Paris 1927; David Pendlebury, Yusuf and Zulaikha by Hakim Nuruddin Abdurrahman Jami, London: The Octagon Press 1980. binêre: (Kut 2003: XI).

[2] Helbet li vir gava em dibêjin “mesnewî” qesta me mesnewiyên “hikayî” yên “evînî” ne, jixwe eger ne wisa be yekemîn mesnewî Mem û Zîn nabe, lê Nûbihara Biçûkan lazim e bê hisabkirin…

[3] binêr: Soylu, Kerem. (2010). “Yûsif û Zuleyxa: Nusxeya Ehmedê Xanî”. Zend. hej: 12, r. 58-61.

[4] Ji bo wan numûneyên di navbera herdu berheman binêre: (Doskî 18-19).

[5] Her wisa gava Kerem Soylu behsa nusxeya eslî dike tarîxa wê xelet vediguhêzît: 1330a Rûmî dike 1220, 1332yê Hicrî jî dike 1222. Lê dive ku ew xeletiya Mele Remezanî jî be, lê li gor ya Doskî ew xelet in ku tarîxa nusxeya Bateyî 1330/1332 ye.

[6] Ev nusxe li cem birêz Jan Dost hebû ku wî bo me şand.

PDF: Cend gotin li ser Yusuf u zuleyxaye

admin hakkında

Ayhan Geverî: Navê wî yê resmî Ayhan Tek e û di sala 1980ê de li Geverê hatiye dinyayê. Di sala 2003yê de ji beşa ziman û edebiyata Tirkî ya Zanîngeha Stenbolê mezûn bû. Li Zanîngeha Wanê jî di eynî beşê de lîsansa xwe ya bilind temam kir û niha jî di Zanîngeha Bilkentê de doktorayê diket. Di sala 2011ê de jî li Zanîngeha Mûş Alparslanê di beşa ziman û edebiyata Kurdî de dest bi mamostetiyê kir. Nivîsên wî di gelek kovarên Kurdî û Tirkî de belav dibin û bi navê Leyl-name (2006) ve Antolojiya Çîrokên Nûbiharê (2008) du berhemên wî çap bûne û li ser “Jiyan û Berhemên Evdirrehîm Rehmî Hekkarî” jî xebatek wî heye ku hê temam nebûye.
Bu yazı Nivîs-Kurdî kategorisine gönderilmiş ve , ile etiketlenmiş. Kalıcı bağlantıyı yer imlerinize ekleyin.

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Şu HTML etiketlerini ve özelliklerini kullanabilirsiniz: <a href="" title=""> <abbr title=""> <acronym title=""> <b> <blockquote cite=""> <cite> <code> <del datetime=""> <em> <i> <q cite=""> <strike> <strong>